Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûbar] de;

33. Nivîskarek xemxur yê tirşikê ye. tirşik translate/130650 di vê peyama xwe de bo ji derdê tirşikvanekî re bibe derman gelek xwe daye tehbê. Bi qasî ji nivîsên wî dixuye mirovek pir dîndar e. Carek ew û hespêsor li ser meseleya romî harkî ketibûn munaqeşeyê û buyer gelek m⊕ezin bibû. Heya ew gengeşe bibû şerê ateîst û dîndara. Lê piştî şer û gengeşe sekinîn her du aliyê minaqeşî jî pişta xwe dan tirşikê û çûn.

Bi min nivîskarek hêja ye. Min dixwest li tirşikê hêj bêhtir aktîf bûna. Car caran tê serîkî li tirşikê dixe û diçe.



13.02.2021 14:46 | tîrêj zana 21

24. Nivîskarê ku ciwaniya min têne bîra min e. Wextekî ez jî bo parastina nirxên îslamê pir tûj bûm. Min dikaribû kesên zimandirêjî dikin serjê jî bikira lê piştî demekî mirov diweste, jê aciz dibe, fikrên mirov diguhere, mirov fêm dike ku rêza bo xwe dixwazin divê nîşanî kesên in jî bidin. Fikr û nêrînên mirov li gor nêvenga têde ye diguhere, nûjen dibe. Îroj tiştê mirov jê aciz e, piştî wextekî mirov jê hez dike, an tiştê mirov anha jê hez dike piştî demekî jê aciz dibe. Axir mirov ji hewldana guherandina fikrên mirovan jî aciz dibe û piştî wextekî ne ji bo guhertina fikrê tu kesî, hew bo nîşandan û rave kirina hizrê xwe dinivîse û daxive. Ez bawerim ev nivîskar jî hêj di erê vê riyê de ye.

Ese ese tu jî xwe nexiyidênî.



02.05.2020 01:24 | tîrêj zana 21