Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aramî û bêdengiya li ser tirşikê] de;

55. heye ku çareya wê ev be:

(bnr: kampanyaya şûndevegerandina nivîskarên tirşikê yên kevn)



25.01.2022 22:18 | tîrêj zana 21

43. Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye ku ji ber tim heman tişt e, nivîskar aciz bûbin. An ji ber karê wergerandina fîlman nivîskar mijûl in. Lê tiştê nebe nabe. Bi sê çar kesan ev tişt nare serî. Her carê nivîskarek tê xazê û hefteyekê filan bi dehan peyama dinivîse lê piştî wextekî lê dinehêre ku ew bi xwe lê dixe û ew bi xwe dilîze. Yanê lê dinehêre ku hemû rojeva tirşikê û peyam yê wî ne, ew jî aciz dibe û dev jê berdide.

Heke guhertin an nûbûnek li tirşikê nebe, ez bawer nakim ev aramî çareser bibe. Her cara ku nivîskarek nû were û çend roja tirşikê geş bike, paşê biterikêne here, aramî dê mayînde bimîne. Wekî hevala jî pêşniyar kirine dibe ku kesên naskirî werin vexwandin. An dîsa weke salên berê hevdîtin an civîna tirşikvana were lidar xistin. An çalakiyeke ku hinekî tirşikvana li hev kom bike û kelecanê têxe tirşikê filan. An jî pêşniyariyên tirşikvana hebin karin bêne niqaşkirin.

Bi min sedema vê aramiyê li gor her kesî diguhere lê çend sedemên hevbeş hene. Yek jê ketina motîvasyonê ye. Yek jê acizbûn e. Û yek jê jî nenivîsandina moderatoran e. Ev sedem hîn jî dikarin bên zêde kirin. Weke mînak nivîskar bo binivîsin li benda hev dimînin. Dema nivîskarek tê li rojevê dinehêre heke mijareke balkêş an gutûgo tunebe ew jî bê nivîs lê dixe dere.sedemek din jî tirşik bê xwedî dixuye. Nizanim hevalên moderator. Di kude ne lê niza hizrê wan yê derbarê vê pirsgirêkê de çine.

Bi rastî min ji zûde ye nivîseke bite`m li ser tirşikê nexwendiyê. An nivîseke jê sûd werbigrim tune. Heye ku gelek kes di heman rewşê de bin. Lê min hêvî heye dîsa van dera geş bibe û em dîsa nivîsên hêja û biqalîte bixwînin.



05.07.2020 01:01 | tîrêj zana 21