Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyan] de;

23. Girtîgeh e bo bindesta. Êdî li welatê xwe weke kurdekî nikarim bijîm. Li her derê zext, zordarî û dagirkerî heye. Bi zimanê xwe yê zikmakî nikarim pêdiviyê xwe yê rojane jî çareser bikim. Li her derê ala dagirkera weke şîşa sor di çavê min de radibe.

Êdî dikevim kîjan mal û kargehê bi tirkî tê axaftin. Her ku bi kurdî diaxivim bi tirkî bersiv distînim an yê din bi kurdî nizane. Carna difikirim gelo ez zêde kurdî ji xwe re dikim kul û derd? Gelo zêde te`dê li xwe dikim? Ma kurdî tev bi min daketiye? Qey ez bi tirkî nizanim? Lê ji aliyekî din ve jî dibêjim ev der welatê min e û ev ziman, zimanê dayikê ye. Eyb e ku ez bo pêdiviyên xwe yê sirûştî bi zimanekî biyanî biaxivim.

Ji xwe ala tirka, pir pir li ser difikirim. Çima ev ala biyanî ji aliyê gelê me ewqas tê hezkirin? Çima li hemû kargeha tê daliqandin. Ji xwe piştî avêtina qeyûma li ser şaredariyan, ji kolanan ev al kêm nebûye. Hama her hefte alên nû li kuçe û kolanan daliqînin. Em mebesta wan zanin lê mebesta gelê me çi ye? Carek mamosteyek hdpyî ji min re gotibû "pirsgirêka me bi vê alê re tune ye. Lewra ev al ya me hemuya ye. Pirsgirêka me bi vê sîstemê re heye!" Ma sîstem bi xwe ne ya vê alê ye?

Paşê min bihîst ku, ev kargehên rant a car, emlakçi ( bahîsçî) bo serdegirtinên polêsan ala tirka li dîwarên xwe dieliqînin.



02.11.2020 23:00 | tîrêj zana 21

21. Dema ku ji dayikbûnê heya mirinê ye. Parçeyek ji temenê gerdûnê ye ku her kesek ya xwe dibuhurîne. Bi Hezara cûreyên wê hene lê ya ku jê hez dikim jiyana bindestî ye. Lê belê ne bindestiya ku têk diçe, ew bindestiya ku giştî gel li hemberê wê dertê û paşê desthilata xwe bidest dixe ye ya ku jê hez dikim. Ji ber ku bindestê armancekê dide mirov, hêza tekoşînê di mirovan de diafirîne.

Ger bindestî tunebûna dê ehmedê xanî bi rista " bila xelk nebêjin kurd bê esl û bê merîfet in" dest bi tekoşîna çandî nekira. Kesên li pey wî hatin jî heye ku vêya nedomandina. Heye ku minê ewqas ji zimanê xwe hez nekira, heta minê li tirşikê nenivîsandina an dê kesî tirşikê ava nekiribûna. Stranên me ne ewqas bi bandor bûna, menê halê feqîr, jar û bindesta nizanibûna..

Yanê bi rastî jî ev bindestî û zordarî hêza tekoşîn û armancekê dide mirov. Li hember tunebûn û tune hesibandinê mirov dixe nava tevger û hewldana ji bo gelê xwe. Lê belê ev yek li hemû kesa heman bandorê nake. Hin kesên ku li ber vê zext û zordariya xwe ranagrin û asîmîle jî dibin. Lê her çi jî bibe min jiyaneke azad ya bê ked hatiye dayîn, bi jiyaneke bi te`b û keda xwe bi zorê serbestî û azadî hatiye standin nedida...



10.05.2020 00:46 | tîrêj zana 21