Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

103. Zilamekî gundî siharê hêj dinya tarî ji xew radibe ku here çolê palehiyê. Ji ber ku hundir tarî ye, hama derpiyê tê ber destê wî li xwe dike. Lêdixe diçe ser erd û dest bi xebatê dike. Piştî dem dibihure û tav derdikeve ku dinya ronî dibe, lê dinehêre ku derpiyê jina xwe li xwe kiriye*

vêca li gund vedigere û bi qarşî gund dikeve dibêje:
"keçê law ê min bîne, ê xwe bibe*"



03.06.2021 22:42 | tîrêj zana 21

99. Li gundê me bi qasî rojê salê bîr hene. Bîrek jê pir mezin e. Rojekî gundî li ser pişta bîrê rûdinên û çîpê xwe pê re berdidin. Vêca çîpên teva dikevin nav hev û di hev de wenda dibe. Îja yekî biaqil dibêje ka emê çawa çîpên xwe ji hev nas bikin? Yekî ji wan biaqiltir dibêje pir rehet e. Diçe şiveke ter dike û têne. Bi çîpê kî dadide, dibên ax û çîpên xwe dikşînin. Bi vî awayî çîpên wan ji hev dertê. ( dvb) ( di vir de bikenin)*



10.02.2021 21:57 | tîrêj zana 21

94. Li gundekî zilamek berê xwe dide qublê û dimîze. Ji wê derê jî mele derbas dibe û wî dibîne. Mele jê re dibêje jina te hat berdan. Zilam dibê hat berdan, jinê beredide. Mele radibe jinê li xwe mahr dike. Mêrik dikeve pey mele û dibêjê ma niha êwê jî rojekî bimîze.

Wer hasil rojekî mele jî berê xwe di qublê û dimîze. Mêrik çawa wî dibîne tê balê dibêje, mele jina te hat berdan. Mele dibêje malmîrat ka lê binehêre min serê kîrê xwe zîvirandiye.



17.06.2020 00:11 | tîrêj zana 21

93. li gundekî zilamek kîr-mezin hebûye. ji ber kîrê wî tu jin wî neiriye. rojekî ev zilam nêtê xera dike û diçe ba mele. dibêje " seyda, weleh kîrê min mezine û kes min nake. ka ez çi bikim tu bibêje?" mele dibê " here li pêşberî bîra gund rûnê, dema jin hatin bîrê û ji bo avê xwe xwarî ser bîrê kirin, li qûna wan binehêre. kîjan kirasê wê bikeve xetika qûna wê, ewê te bike. " zilam radibe diçe û li ber bîrê rûdinê. hama kî tê ser bîrê qûna wan kontrol dike. rojek du roj lê diherê jinek tê hama çawa xwe xwarî ser bîrê dike kiraskê wê dikeve xetika qûnê. hama zilam dide ser piştê heya malê. dikeve hundir lê dinehêre mal mala mele ye. çav li mele dike, mele dibêje " hama min da te û hezar xêrî jê bibînî. "

welhasil evana dizewicin. îja şeva herin nav nivîna, keç ji ciya xwe re dibêje " tu jî bi min re were." evana derin nav nivîna keç ji ciya xwe re dibêje tu bi kîrê mêrê min bigre û dema min go berde hêdî hêdî berede. mêrik serê wî dixê, keç ji ciya xwe re dibêje yadê berde, ciya wê hinkî berdide. keç dîsa dibê berde ciya wê dîsa berdide. keç dibê yadê berde berde, ciya wê dibê keça min hew heye. te gişî hilanî.

guhertin: taliya pêkenokê lê hat zêdekirin.



01.06.2020 14:11 ~2020.06.16 11:39 | tîrêj zana 21

82. rokekê jilamek kurd û jinek ereb dizewicin

dibe ne zêde pêken be lê ji qewla shorbevan mede tirşkirin tune ha

belê dibe şev û evana dikevin nav nivînê xwe , jinik serî davê xewê û radikeve
demek derbas dibe jinik tirkê berdide û mêr jinê şîyar dike dibê te tir kir ,jin bi kurdî nizane û bi erebî dibê heş qûl (çi dibêjî) mêr jî ji wê fem nake û jin dîsa radizê çendek derbas dibe jin dîsa yekê berdide û dîsa heman tişt cê dibe
lê cara sisêya jin dibê heş qûl ,mêr dibêje vê qûlê qûla pozê min girt



06.02.2020 14:27 | tîrêj zana 21