Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzefîlmên hindî] de;

12. yek ev yek rêzefîlmên koreyî, ruhê min ji herdûyan diçe. wek bala min kişandî pirranî di nav civakên kevneperest de tên hejêkirin. û bi taybet jinên romantîk yên aliyê ajoyî ve hatine temisandin; yên di dilê wan de gellek tişt bûne xwezî an negihîştine tam û çêjeke evînê, arezûyê, mêrekî... bi heyranî wan temaşe dikin û dikevin nav xewn û xeyaleke evînekê. li tirkiyê pirranî di kanal 7an de tên weşîn. jixwe ev bi serê xwe nîşaneyek e ku çendîn rêzefîlmên beredayî ne û xîtabê kê dikin. hevaleke min hebû demekî ku ew jî yek ji wan jinên min di destpêkê de qalê kirî bû. wê jî tim rêzefîlmên hîndûyan temaşe dikir. min rojekî pirsî ka çima evqas hej wan dike. bersiva wê bi min ne xerîb bû. got "hezkirin û evîna di van rêzefîlman de ji dil e û gellekî saf û bê guneh e." wek sebeb jî ev da nîşan ku tê de sahneyên bihevşabûnê, maçkirinê nînin. evîna masûm de divê ev tişt nebûna. werin sosreta ;)



10.05.2021 23:03 ~23:05 | xeyda