1. Kilameke gelêrî ya dengbêjî ye ku navê xwe ji lehengekî bi navê Eliyê pûrto girtiye. Reso, Şakiro û gellek dengbêj û stranbêjên vê axiriyê xwe lê ceribandine ku bistrên lê li ber dilê min awaza herî xweş a vê kilamê ya Şakiro ye. Elî berxê dilê dayika te bi deman e wê... hê bi deman e. Elî berxê dilê dayika te bi deman e Genimê rasta bişêriyê hêşîn bûne Li çemê xûnê temamî simbil dane Temî weyseta min li te be Xwe bermede pêşiya vî dewazî vî qewazî Va zalima mêrekî bi kefîlê bi deman e Şûrê xwe şandiye li bilîsê girêdaye bi donzdeh kîsan e Li ser şûrê wî dinivîse "qesasê serê bîst û çar mêrê Bisilman e" Dilo hayê hê ha ha li minê Dayê rebenê dema dewazê pûrmis li koka darê li min qêriya mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya Çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê min qetiya le Lawo dayika te berce şengêla devê geliyan Gurê pişt hêşînê dû keriyan Hêsirê çavê dayika te tê fena avê, cûcikê çavkaniya Ez ê rabim şal û şapikê Eliyê pûrto hildim Xwe berdime erzirûma rengîn Goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim bidim ser milê telal û telalbaşiya Xwe berdime qersqapisiyê, bîtmeydanê Bîst û çar nerdewana hilkişînim bidim ser çokê heft Qaziyan û donzdeh miftiyan Destê çawîşan û îzbatan û efendiya Xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya Ez ê bibêm gelê mixazeciya minê bi we, hûnê bi xwedê Hûnê şal û şapikê Eliyê pûrto nefiroşin Çend saleka bikine curekî curê di nava pirtiya Hayê hê hû ê hû ê... Dilo Hey wayê... Elî berxê dilê dayika te dibê Ez ê Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê Tifinga wî bidim desta, pişta wî bidim kevirê devê rê Herçî kesê ji geliyê bilîsê dihere tê Bizanibe Eliyê pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê Wê hê hê dilo Hey wayê... Berxê dilê dayika te hê bi hedîs e Hayê hayê ê yêê yê yê...wê bi hedîs e Elî berxê dilê dayika te bi hedîs e Le lawo genimê rasta bişêriyê hêşînbûne temamî çinîne kirine lûs e Temî weyseta min li te be Xwe bermede pêşiya dewazê pûrmîs e Va zalima mêrekî bi kefîlê bi demanî xebîs e Lawo şûrê xwe şandiye li kavilya bilîsê girêdaye bi donzdeh kîs e "Qesasê serê bîst û çar mêrê Bisilman e" li ser dinivîse Dilo hayê ê ha ha li minê Dayê rebenê dema dewazê pûrmis li koka darê li min qêriya mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya Çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê min qetiya le Lawo dayika te berce şengêla devê geliyan Gurê pişt hêşînê dû keriyan Hêsirê çavê dayika te tê fena avê, cûcikê çavkaniya Ez ê rabim şal û şapikê Eliyê pûrto hildim Xwe berdime erzirûma rengîn Goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim Bidim ser milê telal û telalbaşiya Xwe berdime qersqapisiyê, bîtmeydanê Bîst û çar nerdewana hilkişînim bidim ser çokê heft Qaziyan û donzdeh miftiyan Destê çawîşan û îzbatan û efendiya Xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya Ez ê bibêm gelê mixazeciya minê bi we, hûnê bi xwedê Hûnê şal û şapikê Eliyê pûrto nefiroşin Çend saleka bikine curekî curê di nava pirtiya Hayê hê hû ê hû ê... Dilo Hey wayê Elî berxê dilê dayika te dibê Ez ê Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê Tifinga wî bidim desta, pişta wî bidim kevirê devê rê Herçî kesê ji geliyê bilîsê dihere tê Bizanibe Eliyê pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê Wê hê hê dilo Hey wayê... |
|
11.07.2020 16:40 |
xeyda
|