Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kalo

profîla "kalo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema amed tê gotin tên bîra mirovî] de;

49. Tîna bayê. Meha Gulanêye. Roj çûye ava. Serma tuneye. Germa havînê ku mirov dike kizot nehatiye. Çiqas dert û elem hebe jî nayê bîrê. Evindar a te gazî te kiriye. Û li Xana Zêlûyan şeraba Suryanan hazire. Bêhna kevirên reş û tîna bayê li rûyê te dixe. Bi salan li vî bajarî dijîm le tu tişt wekî ew tîna nazenîn xweşa min naçe.



02.05.2020 02:36 | kalo