Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên eskeriyê] de;

21. (bnr: bila dûrî min nêzî eskerîhezan be)
Min hijdeh rojan eskerî kir hema ji acizî min bi zorê debar dikir. Min digot qey naqede. Bîranînên xwe jî qet nayînim bîra xwe, dixwazim ji bîr bikim. Tenê wek li her derê li wira jî gava me du Kurd bi Kurdî xeber dida tirkek li wira bûna hema digot "îkîncî kanala geçmeyîn". Min jî digot "bû bîzîm bîrîncî kanalimiz" û cara din me dîsa bi kurdî xeber dida.

Ez dixwazim tiştekî din jî lê zêde bikim, hema hema kesek naxwaze biçe eskeriyê lê li wira wek hawê kêfxweş bin her roj wêneyan parve dikin. Ez wan qet samîmî nabînim û wêneyên wan naecibînim. Min tenê bi hevalan re ji bo wan çend wêne kişandin lê neka ew jî ne li cem min in, wenda bûne.



30.05.2021 14:16 ~14:17 | xabûrî