Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

509. gotinên pêşiyan/142733
Temam gotin xweş e lê pirjinî û nêrîna feodal çi alaqa?



17.08.2023 13:12 | xabûrî

502. Qam qama mêşê, deng dengê gamêşê



08.04.2023 02:51 | xabûrî

494. kur dil e nevî kakil e.

çavkanî: bernameya ava media a bi navê gotinek û xelatek, xeleka 12




26.11.2022 23:56 ~23:58 | xabûrî

483. Agir gula zivistanê ye.

Çavkanî: helbesta befir barî a perwîz cîhanî, kovara nûbiharê, hejmar 158, rûpel:46



15.07.2022 10:48 | xabûrî

477. Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê.(04.03.2022 - dêya min)
Bi minasebeta berfê, serma û seqemê dêya min vê gotina pêşiyan gotibû û min jî qeyd kiribû. Min xwest di vira de jî par ve bikim ji bo ku wenda nebe.

Edît: şaşiyên nivîsê û lêzêdekirin



19.03.2022 13:42 ~14:46 | xabûrî

475. Min neka di facebookê de bi soranî vê gotina dît: قسەی خۆش بەهاری دلانە

Ji bo kesên nizanin alfabeya erebî: Qisey xoş beharî dilan e.



08.12.2021 08:33 | xabûrî

454. Şor bû, şorbe nebû.

Di vira de şor bû, yanî axaftin bû, Rihayî ji axaftinê re şor kirin dibêjin. Îro hevalekî Rihayî vê gotina pêşiyan bikar anî, min jî qeyd kir. Em li ser wateya wê jî hinekî rawestiyan lê me tiştekî teqez negot. Gelo kesekî ji aliyê Rihayê heye ji me re şirove bike?



21.06.2021 21:00 | xabûrî

429. Gulanê ba çêtir e ji baranê.
Ev gotina çend roj berê dema ku bavê min bi telefonê xeber dida bikaranî û min jî li ba xwe qeyd kir. Bi minasebeta meha gulanê jî ez pir watedar dibînim.
Nîşe: bê destûr kopîkirin qedexe ye *



19.05.2020 13:37 | xabûrî

403. Têgeha ku min gelek mînakên wê bihîstine lê yek jî di bîra min de nemaye. Ez pirr aciz dibim ji ber ku di bîra min de namînin.



06.03.2020 22:28 ~2021.11.20 18:30 | xabûrî