Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [te îroj ji bo kurdî çi kir] de;

51. Ez li firoşegeheke solan bi du xebatkarên jin re bi Kurmancî axivîm. Yek ji wan kasîyer bû, bi Tirkî xêrhatina min kir lê min bi kurmancî lê vegerand. Baş bû herdu jî kurmanc derketin. Her wiha mişteriyên li dûv min dîtin kasîyer kurmanc e, ew jî pê re bi Kurmancî axivîn.

Belkî hûn bibêjin ev tiştekî ji rêzê ye lêbelê li gorî min ne ji rêzê ye. Lewra wexta min li solan dinerî çend mişteriyên kêleka min di navbera xwe de bi Kurmancî diaxivîn lê belê bi wê karkera kurmanc re bi Tirkî diaxivîn.



02.02.2021 22:13 ~22:14 | xabûrî