Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [piştî ku zanîngeh diqede hatina malê] de;

4. rewşa ku aniha ez tê de me, lê baş e ku bi salê temamî ne li malê me. wekî din teqez ez ê dîn bûma *

ev tam 6 havînê min in ku li malê nesekinîme, ya îsal hinekî bi nîvco bû lê dîsa jî îdare bû.
ev 1,5 sale ku mezûn bûme, wek her kesê ku ji zaningehê mezûn dibe û ji aliyê kesên nezan ve ew pirsên beredayî ji min jî hatin pirsîn.
çend mînak ji wan: ka te mektep xwend? te bê çi? ma tu bûba hemşîre, dextor ne çêtir bû?
atamê we çawa ne?
(piştî hin pirsan li gorî wan çend pêşniyara dibêjine we lê ez naxwazim li vir bêjim, dema tên bîra min dibe ku ez dîn dibim)

her çiqasî diya min û bavê min zanîngeh nexwendibin jî dîsa jî dibêjin: ya çêtir hûn dizanin, heyat heyata we ye...

her tişt li aliyekî ger îro ez li ser karê xwe ba jî, min ne dixwest di nav malbata xwe de ba, êdî pîştî azadiya ku li zanîngehê ketiye laşê me* û bi gihîştinê re mirov dixwaze ku bi tena serê xwe bijî.



18.12.2021 01:51 | merwano