Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê] de;

26. kampanyaya ku bi saxî û selametî qediya ye. hem ji hesabê xwe û hem jî ji yê tirşikê heta ji min hat, min alikarî kir. di ser halan de mêvanê me hatin. mêvanê ku ev salekê nedihatin, ji ewqas roja 1ê gulanê dîtibûn ಠ_ಠ
lê bi dizîka car caran ez ji ber wan baz didim û min tiştin dinîvîsandin.

heta danasîneke din xwedê mezin e *



02.05.2021 00:36 | merwano

24. kesên ku twittirê li ser webê bi karr tînin aniha dizanin, twîtên xwe wek taslaka eyar bikin , di heman seatê de wê otomatîk bên weşandin



01.05.2021 18:02 | merwano

21. min ji kesê navder, mîna hunermend, rojnemevan, stranbêj û hwd. re peyam şandin, hevîdarim wê piştgiriyê bidinಠ_ಠ



01.05.2021 14:11 | merwano

19. min ji bo kampanyayê afîşek amade kir, û birayê @xelîl jî yek amade kir, em ê herduyan jî bi kar bînin
Here lînkê



01.05.2021 13:33 | merwano

15. aniha ji hesabê twittirê yê tişikê bersiv hat ji min re, mala xwedê ava.
bnr: bes lêxin, zilam hat



30.04.2021 23:12 | merwano

13. pêşniyareke min heye ku heya sibe bial herkes logoya tirşikê di hesabê xwe de yê twittirê de bi kar bînê, da ku ji niha de bala gelek kesan bikşînê. min yê xwe yê tirşikê jî guhart, hinekî amatoriye lê kesên bixwazin dikarin bi kar bînin.
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

edît: yaw ji bo xwedê admînê hesabê tirşikê yê twittirê di kîjan şikeftê de be bila derkevê, bê hesabê twitirê her tişt bê wate ye.
ma rast e kes wî nas nake, an jî kesê ku hejmara simurg56 bi wan re hebe, bila bêjine wî, aniha ew dizane.



30.04.2021 20:26 ~20:30 | merwano

11. sala din 1ê gulanê de gelek fenomenê twittirê, stranbêj, hunermend, nivîskar û vir de wê de.. alîkariya kampanyayê kiribûn, ser çavan, mala wan teva jî ava.

aniha ez liqayî vê wêneyê bûm. û ez fikirîm, gelo piştî ku Deno li vir qeyd nebû û car caran seriyek li vir neda, mînak em bêjin, di derheqê karê xwe de(şano, lîstikvanî...) çend tişt nenivîsandin, çi wateya wê ma ku bêjê ''tirşik xweş e''?
Here lînkê

bila deno dilê xwe negirê, ne tenê ji bo wî ev tişt derbasdar e.
pîştî ku kesê em bêjin rewşenbîr an jî her çi bin, li peşiya gel nebûn rolmodel(!) wê gel çima biya wî bike?



28.04.2021 17:57 | merwano

9. Gelo admînê hesabê twittirê kî ye, ji kerema xwe re bila seriyekî li hesab bide herî dawî 7 adarê parvekirin kiriye. û her wiha haya wî ji kampanyayê heye?

roja kampanyayê ew tiştekî parve neke, her tişt bê wate dimîneಥ_ಥ



26.04.2021 12:14 | merwano

2. Kampanyaya ku meraq dikim, wê çend tirşikvan beşdarî bibin, li gorî wê da em bêjin hêjaye em li ber xwe bidin an na *



25.04.2021 03:54 ~03:54 | merwano