Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [soranîkirina kurmancî] de;

1. li ser pêşeroja zimanê kurdî de mijareke girîng e.
ez ne zimanzan im an jî nivîskarim ku di derheqê vê mijarê de tiştna bêjim. *
lê li ser vê mijarê rênas koçber bi nûdem hezex re hevpeyvînek kiriye.

Bi Nûdem Hezex re li ser soranîkirina kurmancî
rênas koçber: Li gorî gelek zimanzan û nivîsbêjen kurdî, soranîkirina kurmancî tiştekî normal e. Û dibêjin herdû jî zaravayên kurdî ne elbet wê danûstendinên bi vî rengî di navbera wan de çêbibin. Tu çi difikirî?

nûdem hezex: Dixwazin ji kurmancî û soranî zimanekî sentez / melez çekin. Wê deme ji herdû zimanan wê zimanekî “qantir / hestir" bize. Û hemû kes dizane zayendiya qantira / hestiran nîne.

Kurmancî û soranî du zimanen ji hev cê ne. Gramera wan, dersen wan, ferhengên wan... Ne bitenê ez dibêjim, realîte dibêje, Michael Chyet dibêje. Ti zimanzan soranî û kurmancî zimanek qebûl nake. Zimanekî nave wê kurdî e ji soranî û kurmancî pêk tê nîne. Polîtîkaya asîmîlasyonê ye; zazakî mirandin, kurmancî jî dimirînin, dikûjin... Tişta manîdar kurmanc, kurmancî dikûjin. Soran ne wisa ne ti tişten kurmancî li zimane xwe siwar nakin.

Kesayetiya daran bi lûlkirine vedigûheze. Mînak; tu dara zeytûne lûl dikî, dibe dara fisteqan. Ev demeke hin kes kurdî lûl dikin, dixwazin kurdî bimre. Jixwe hişmenda tirkî sazûmanî serobino kiriye îja em radibin boyax dikin. Hûn kûştina zimanê xwe (kurmancî) bi destên xwe dikin. Hûn dibêjin “wêj, wêjekar" çima “bêja" xwe dikin “wêj” eger hûn bibêjin “bêj“ gele we, wê ji we fêm bike. Tirsa we ev e? Dibêje, “bêje" di wateya edebîyatê de nabe. Çima “wêje” dibe û “bêje" nabe? Bi kurmancî “bêj" bi soranî “wêj” e. A bi soranî dibe, ya bi kurmancî çima nabe, sebeb? Ê nexwe nebêjin dengbêj, biwêjin dengwêj! Tu bibêjî kurdînivîs nabe, lê bibêje kurdînûs dibe, çima? Ma bi soranî “nûs" ne “nivîs” e? Kurdînivîs çima absûrt dixwîye? Weke mînaka “xwende û xwîner, wêje û bêje, nivîsbêj û nûser... “ yanî gava bi soranî be super e, li bi kupkurmancî be nabe. Mînak, kes nema êdî daçeka “bi…..re" bi kar tîne. “ligel- digel" ketîye penivîska hemû
kesî. Ji devla bibêjin “bi braye xwe Selîm re” bi kurdî(kurmancî
dibêjin; “li gel kak Selîm" bi soranî. Li cem min, li keleka min, li hemberî min, li rex min, bi min re.... kesen bi kurdî baş nizanin van daçekan nikarin bi kar bînin, ji hemûyan re dibeje “gel min." )

“Yekem car, yekemîn car, cara yekem, cara yekemîn." Her çar form jî ne bi hişmenda kurdî ne. Bi ‘kurdiya sentetîk’ in. Di klam / straneke beriya 20 salan de formeke wiha nîn e. “Cara peşî, cara yeke, cara ewil, û hwd." Hene di ‘kurdiya ekolojîk' de. Û her wiha di klam û stranen xwe de em dibêjin, “gel / milet / xelk” le di nivîsbêjiye de wisa nabêjin, eyb e. Em dibêjin “netew” sere me bi vê peyvê mezin dibe û bedena me biçûk dimîne. Pişt re hengî serê me mezin dibe, bedena me êdî nikare wî sere mezin hilgire.

Werhasil; xwebûna zimên, hebûna zimên e. Ji hêlekê ve tirkîkirina hilmendê ji hêla dî ve soranîkirina rêzimên! Hûn kurdî bi destên xwe tune dikin, DİKÛJİN!..

Ji soranî hez dikim lê ji zimanê xwe bêtir hez dikim. Ez kurmancîperest im. NET û ZELAL! Li dijî soranîkirina kurmancî, bijî kurdiya kupkurmancî!



02.06.2020 12:02 ~12:06 | merwano