Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan] de;

14. berî hewl bidim ku bi kurdî binivîsim, min li strana guhdar dikir lê zêde bala xwe nedida peyvên ku min nedizanîbû, çawa min dest bi nivîsandinê kir, hin bi hin peyvê nû hîn dibûm, min dît ku li gotinên strana yên min nedizanî min meraq dikir û li ferhengê li wateya wê dimeyzand.

vêce rewşa bakuriyan jî dibe ku wek min be, tenê guhdar dikin lê qet nafikirin ku ka ev camêr û canîk çi dibêjê...
sedem jî cûr bi cûr in, ya herî mezin jî kurdî nakevê jiyana me ya rojanî, em nanivîsin, em naaxivin....



16.05.2021 10:34 | merwano

10. ez ê îro di derheqê rewşa zimanê kurdî qala bûyereke(an jî bîranîn an jî navê wê her çi be) ku hatiye serê min bikim.Nêzîkê 2 heftî felan di ser de derbas bû ye, min encex bi xwe re dît ku binivîsim, welhasil ez serê we neêşênim:

ji bo qeydiya ehliyetê, ji min rapora tendûristiyê xwestibûn. ez jî ji bo vê raporê divê ez biçûba dextorê malbatê (aile hekimi) ew jî li gundekî nêzîkî gundê min bû. nêsê ez ji malê derketim, hatim ser rêya îpekê,li benda dolmîşekê bûm, ku lê siwar bibim û herim gundê ku dextorê malbatê lê ye. min nêrî camêrekî ku şifêrê tirê li min sekinî, ez siwarim. hê min silav nedayê, bi tirkî axivî fln. min jî bi tirkî dewam kir. nêse min got tu ji ku yî, got ez ji qoserê me. digote min ez kurd im ne kurmanc im, yanî ez neteweperwer im, ti xerabî di vir de nîn e lê tu dibêjê ez neteweperwer im, lê li cihekî wek nisêbînê ku herkes kurd e, bi min re tirkî diaxivê, heya ku min ne gote te ma tu kurdî nizanê? tu bi min re kurdî ne axivî. nêse mala wî ava ez giham cihê xwe.

ez li ser rêya îpekê peya bûm, heya gund meşiyam, ez li binkeya tenduristiyê(saglik ocagi) digerim, min ji xortekî pirsî bi kurdî, lawik ji min fêhm dike lê bersiva min bi tirkî dide. nêse di vir de wê de ez serê we neêşênim, min cih dît û karê xwe hal kir, min li sekretera kursa ehliyetê geriya, ez pê re kurdî diaxivim, jinik bi min re tirkî diaxive. were û dîn nebe *

bi kurtasî çîroka min wilo bû, êdî kê çi fêhm dike bila fêhm bike *

tişta ku ez şaş dibim, cihekî wek nisêbînê ku gelheyê wê bi piranî kurd û neteweperwer çawa li cihên wek gunda ku axaftina kurdî zêdetir tu bi tirkî diaxivê.
erê niha ez bêjim ez şev û bi roj bi kurdî diaxivim, ez ê derewa bikim, ez jî bi tirkî diaxivim, lê bi kesên ku kurdî nizanin re. her diçê hêviyên min yê ji bo zimanê kurdî bêhtir qut dibin, em tenê çend hebek li twittirê, li tirşikê li ber xwe didin, lê yên mayî?



17.11.2020 00:49 ~22:08 | merwano