Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd biçe ku dere kurdekî dibîne] de;

7. Berî niha 2 sala bû ger ne şaş bim.
Ez ji zaningehê vedigeriyam wargehê, ez li minîbûsekê siwar bûm, min nêrî yek hate ba min rûnişt. Kî wî ditiba, wê gotiba teqez kurd e *
Min jî hema min xwest ku pê re kurdî biaxivim, virde wêde da ku heya ez bêm wargehê.

Min got: abê tu kurmancî? *
Baş nayê bîra min lê got: yok değilim! ( Lê bi awayeke bi kelecanî got, wek ku ditirsiya)

Ez wek navê xwe dizanim ku ew Kurd bû, û kurdekî kirmanc bû, lê nikarim eşkere bikim *

Welhasil, em wê rojê jî li ber xwe ketin, di nav şermê de em gihiştin asteke din.
Xwedê newênê serê kesekî din *



15.12.2020 17:01 | merwano