Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ajotina otomobîlan] de;

2. Her tişt li ser girêdayî debriyaj e. Mînak hûnê erebê bidin dest pê kirin, divê lingê we li ser be an jî hûnê vîtês biguherînin pewist e hûn dîsa pê li debriyaj bikin.

Vêceee xwedê ji mamosteyê min razî be, digote min heya ji te be pê li debriyaj bike, nîvco nehêle. Ez pê lê dikim, kuro tu dibe qey dawiya debriyajê nayê. Hingî diçe û hey diçe, welhasil serê we neêşînim ez 10 cara pê li debriyaj bikim, herî kêm 5 cara erebe stop dikir *
Xwedê sebrê bide mamostê min, pir li ber min dida. Lê tişta rastî sûcê min jî zêde tune bû, bêxwedîka debriyajê zêde li paş dima.

Axir min roja ezmûnê bê tefandin erebe ajot * û jê derbas bûm. Ji wê rojê heya îro nebû nesîb ku erebe bajonim, xuya ye heya erebeyek dest min bikeve ez ê jibîr jî bikim*

Û her wiha bnr: ezmûna dîreksiyonê/130357



04.08.2021 20:10 ~20:25 | merwano