Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xeyalên tirşikvanan] de;

38. Yên jiyanê aniha bila li kêlekê bisekinin, dixwazim qala yê tirşikê bikim.

Min dixwest her cara ku diketim tirşikê herî kêm 100 nivîskarê giredayî û ji hezarî bêhtir mêvan heba...
Û min dixwest her cara ku li stûna çepê dimeyzand, herî kêm 200 mijar û herî kêm 1000 peyam jî heba...
Û min dixwest her cara ku nivîskarekî ku dêrî formata tirşikê malperê bi kar tînin yek bi yek peyama wan û mijarên wan yê tevşo mevşo jêbibim *

(bnr: rêveberên ku ji çewtiyên tirşikvana qurçikên wan reş bûne)



18.05.2021 12:19 | merwano

34. Dikarim bêjim, bi piranî ez bi xeyalan xwe şanaz dikim, ji bo tu tevgerên min ji bilî xemgîniyê tu tiştî nadine min :(

Xeyaleke min heye ku, ne tiştekî dijware jî, pir hêsane, ger lawikekî min çêbe ez ê navê wî bikim merwan.
Hûnê bêjin, navê te jî Merwan e, mixabin ne Merwan e :/



23.11.2020 00:46 | merwano