Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qebehetên zaroktiya tirşikvanan] de;

17. Yek heye ku qet jibîra min naçê, dibe ku hinekî we xemgîn jî bike*

Kaşek li gundê me hebû ku li serê wê bi piranî avêtiyên malê, wek xwelî û hwd. hebûn. vêce aqilê me jî yê zaroktiyê bû, me nedigot erd lihutiye vir de wê de, tenê şemitandina wî kaşî kêfxweşî bû. vêce rojekê ez û birayê xwe jî bi zarokên din re, me xwe dişemitand, heta ku tu be bes e, lê cilê bigre heya ser û lingan di nav xweliyê de mabû, mîna kerê ku xwe bigevêzê, em di nav xweliyê de mabûn.

axir serê we neêşênim, em çûn mal *, diya min halê me dît, ewil cilê me hemû ji me jê kirin, çîptazî em man, piştre darikek hilgirt û em têr lêdan kirin *



30.05.2021 17:24 ~17:25 | merwano