Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara bernamegeh] de;

1. Kovareke nû ye. Dergehê kurd û kurdewariyê yê. Kovar; çand, huner, edebiyat, zargotin, civakî, zanîst, kelam, stran dengbêjî, xwarin, teknîk û bi mijarên din ve benda xwendavên xwe ne. edîtorên kovarê mihemed keskîn û cîhan soylu ye. Kiordînatorê giştî jî occo mahabad e

Hejmara yekemê de nivîsa edîtor bala min kişand bi mafdarî dibêje: Hûn ê jî di dema xwendina kovarê de bibînin ku hinek nivîskarên me li gor rêz û qaydeya Alfabeya Cela- det ku hîma wê ji berê ve hatibû qebûlkirin gotarên xwe nivîsandine. Lê hin nivîskarên me jî li gorî Rêbera Rastnivîsê ku hê niha jî tê nîqaşkirin ku çiqas rast e an jî nerast e zerar û feydeyên wî hene tunene, li gorî Rêberê nivîsandine. Mixabin tê dîtin ku zimanê me yê ku berê çiqas kêmasiyên wî hebin jî gihîştibû standartekê lê niha ev hîm û standart ji destê çend kesên ku xwestine xizmetê bikin zimanê Kurdî belawela bûye. Êdî her Kurd li gorî kêf û hişmendiya xwe nivîsên xwe dinivîsin. Ji aliyê gramer û nivîsandinê de anarşiyeke mezin derketiye holê. Hêvîdar im em xeta û kêmasiyên xwe bi lez û bez bibînin ku bi destê xwe zimanê xwe xera nekin

Ser xêrê be hêvî dikim temen dirêj be.

Lînka hesabê wan yê Twitterê: Here lînkê
Lînka Malpera kovarê: Here lînkê



15.06.2020 23:30 | kajav