Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [te îroj ji bo kurdî çi kir] de;

33. Min dît hevalekî colemêrgî bi keça xwe re zimanê tirkî diaxife. Min serê wî xwar şîret li ser wan barand. Piştre maf da min û biryara xwe da, keça wê heta mezin be wê tenê kurdî biaxife. Îro min dîsa jê pirsî? Got: min ji jina xwe re jî gotiye jixwe mezin be fêrî tirkî dibe bila nebe pêşî fêrî zimanê xwe bibe. Min jî wî pîroz kir. (Di serî de min rewşa zarokên Amedê jê re gotibû)



27.12.2019 13:18 | kajav

28. ez û apê izedîn ku qelqelîyî ye, em bi hev ra kurdî axifîyan. Apê îzedîn behsa piçûkatîya xwe behsa zor û zehmetên berê dikir, piştre behsa leşkerî û tade û zilmîya wan romîyan dikir. sohbeta me pir xweş bû. Me behsa dengbêjî dikir. Cara yekem bû li civatê de piçek jî be min stran digot, bûme dengbêj ;) apê îzedîn piştre şîret li me kir û got “hevdu sevmîş bikin” ji bo kurdî tiştek e yan nîne nizanim lê ji bo Kurdî îro kurdî diaxifiyam.



06.12.2019 22:39 ~22:39 | kajav