Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duçerxe] de;

38. Sal 2008 dibistana navîn pola şeşan de bûm. Dawiya perwerdeya vê salê hatibû û roja qarne bû. Ew çaxê heywanên me hebûn û vê rojê li malê de jî bilî dêya min kes tunebû. Ji ber vê neçûme dibistan bûm şivanê karik û berxan. lê cêwiyê min heye qerna min jî wê ew bigre. Bêbextî di her alî de li para min bû. Hem dawiya sala perwerdehiyê bû hem min dixwest qarne xwe bi destê xwe bigrim hem jî çima ez? Cêwiyên min bila biçe ber karik û berxan! Êdî çêbû, vê rojê bûm şivan. Min karik û berxa da ber xwe çûm çiya û zozana. Havîn bû germ e, amed dikele, dipije. Êdî dema vegerandinê hat Nêzîkê nîvro li çolê vegeriyam malê. Hatim nêzîkê gund ezrebeno çi bibînim. cêwiyê min û derûdorê wî de zarokên gund temaşê duçerxeyek dikin. Cêwiyê min wekî xwediyê gund û qesran wekî axayê ax û deştan wekî mîreyê mal û mulkan disekine. Wekî fermandarek serdestî dike. Bi kêf û coş e. Heyran, dizanim tiştekî heye, hal û hewal tiştek qewimiye. Belê! rast e. Li dibistanê de aliyê saziyên civakan ji bo xwendekaran cil û pêlav hatine belav kirin. Du heb duçerxe jî hebûne. Di wan duçerxeyan yekî jî dane cêwiyê min. De ka ez dizanim ez li wir bibûma wê diyarî min û wî bikira. Na: cêwiyên min dibêje duçerxe tenê yê min e. Serdestî dike, destûr nade ez jî bajom. Xwedê dizane çi qasî zora min diçe. Û ew cêwiyên min hê jî itîraf nekiriye negotiye, “erê wele vê çaxê mamoste gotibû duçerxe yê te û cêwiyê te ye”. ez ê vê nivîsê jê re bişînim ;)



30.11.2019 18:13 ~18:35 | kajav