Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berf] de;

32. Romanek orhan pamuk e. Dihêle em li ser berfê têkevin nav raman û mitaleyan. dê serê me jî li şibakekê ku meriv karibe jê barîna berfê temaşe bikin bigere.

Nivîskar Di vê berhema xwe de dîsa zimanek berfireh û bêkemasî bi kar aniye. Her peyv di cihê xwe de ye, bi hostetî û zanetî hatiye hilbijartin. Edetî mîna mîmarekî (heke xelet nebim nivîskar ev beşa xwendiye) rêz kiriye peyv û hevokê xwe. Yanê di nav vegotina bûyerek mezin û kelecan de cih dide hest û helwestên biçûk û xwezayî. Lê mirov jê aciz nabe û nabêje "çi pêdiviya vê agahiyê hebû gelo?". Ji aliyê zimên de bala min tiştek din kişand: Roman li qersê derbas dibe û helbet devokek wan jî heye, kurdî jî li wir tê axaftin û di dîmenê romanê de car caran kurd jî derbas dibin. Belê karakterên romanê her yek bi awayekî tirkî daxive lê ne bi devok an jî zimanekê din. Nizam bi vê awayê wan bida axaftin dê çawa ba gelo?

Ev berhema bi rastî ji ser serdemek welatekî û bajarokek wê yê ku qet girîngiya wê nîne de hemû çîrok û lîstikê vê welatê bi yek bêhnekê û bênavber li ber çavê me radixe. Emê dûbare dûbare û bi mixabinî di hundurê xwe de bêjin "qet tiştek neguherî û dê neguhere jî!". Nivîskar bi heman nêzikahiyê li fikran û ramanan dinêre û ji ser merivekî dihêle em jî têkevin nav vê geremol û tevliheviyê. Lê ev jî ruhê meriv dike qefesekî bêhnokî. Emê bi serlheng re qapaxê hemû qazan û kûzan vekin lê wê heman behn û rûtirşiya çîrokan me bi madlihevxistinî silav bike.Û mîna serleheng emê jî bê hemdî û bêyî ku haya me jê hebe bêjin "cihê ku lê xweda tune!"

Yanê bi kurt û kurmancî(ji bo vê biwêjê spas nivîskarên tirsik.net* ) ez karim bêjim romanek bi çêj û xweş bû. Orhan pamûk dîsa bi min da zanîn ku "wî ne ji ber fikrekî, ji hêz û xurtiya pênûsa xwe xelata nobelê stend". Ez bi dilrehetî karim têxim nav romanên serkeftî û pêşniyar bikim.



22.08.2020 23:39 ~23:43 | rizgarm