Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rencber ezîz] de;

6. Di sala 1959 an de li gundê wisifan ku girêdayi yê çewligê ye çavê xwe li dinya tarî vekiriye. Navê wê di qeydên roma reş de "mehmed hanefi berdibek" hatiye nivîsandin. Hîn di yek saliya xwe de ji ber sedema bi şewbê ya ku li wê deverê belavbûyi keti ye. Ji bê derfet bûn û di bin şertên dijwar de herdû çavê wê jî kor bûye.

Di heman salê de bavê wê bi malbatê re koçî çewligê kiriye. Li devera "dereyê kasaran" zaroktiya xwe borî ye. Sala 1968 an de dest bi dersên qur'an ê kiriye û di nav çend sala de bûye hafiz. Diya xwe di erdhêjiya bîngolê ya sala 1971 an de kiriye binê erdê û sala 1972 de berê xwe daye stembolê û li wir di dibistanekî de dest bi xwendinê kiriye. Di heman salê de komeleya koran de fêrî xwendin û nivîsê bûye û li wir muzîk nas kiriye. Wextekî perwerdehiya muzîkê girtiye û fêrî lêxistina tembûrê bûye. Bi hevalê xwe re derketi ye ser dika û konser dane.

Di van salan de hîn bandora nifşên 1968 an û tiştê ku pêy derbeya 12 hê adarê de hatiye holê heye.

Rençber ezîz di nav herema çewligê de di warê muzîka modern de navê yekem bû. Ji ber heta wê rojê kesî stranê zazakî ji xeynî formên klasîk nexwendiye. Rênçber rêyek nû ava kir. Di nav hunera wê de şêweyên nûjen û pirsgirêkên nava gel difûre.

Ezîz li bîngolê û di nav civatek feodal de mezin bûye. Ezîze ku li dersê qur'an a bi dengê xwe yê zingil heta êvarê qur'an dixwend û hafizek ser pozê xwe re bû hat bajêr fikrên çepgir nas kir. Û ket bin bandora van fikra. Hizrên dij mela, şêx û axa yan lê giran bû û tew hunermendê tirk ku ezîz di bin bandora wan de bû bi heman hizrê lê girantir kir. Mînakek ji kilama wî:

"Lorî lorî mala lorî,
Lorî lorî muftî lorî,
Lorî lorî şêxê mi lorî,
Mela malayê dewê ma yo,
Ma dûn ci fitrûn û zika yo,
La cay kêlî dadî ma yo?!
Lorî lorî mala lorî.”

Ji ber vê sedemê em karin bêjin ku cegerxwîn û ezîz di heman fikrê de ne. Ji ber ku cegerxwîn jî ji medresê dersê olî girtine û bi ser de meletî jî kirî. Lê demekî şûnde cegerxwîn bi fikrên çepgir hesiyaye û ew jî ketiye bin bandora van fikaran. Li pişt vê bûye endamê "partiya komunîst ya sûrî". Ev bûyer derket holê şunde cegerxwîn jî di helbestên xwe de ketiye hizrek dij axa, mela û şêxan. Lê bi ketina tevgera neteweyî ya kurdistan pê ve pirsgirêka şûndemayînê bi fikra mêtingehkariyê ve girêdide.

Ezîz dema ku li bîngolê ye di bin tundîyek xurt ya polîtîk de ye.Sedem ewe ku wê demê dewletê li ser bajarê xarpêt û erzîromê bişavtinek mezin dikir û bîngol jî di navbera wan de para xwe digirt helbet. Girtina sazî û komeleyên kurda hepiskirina serok û rêberê wa ew bêxwedî dihişt û belawela dikir.

Ezîz di nav van rewşan de bêguman li sefên kurda cihê xwe girt. Ezîz hemû civakan de cih digirt û tiştê ku dihat gotin di mêjîyê xwe de tomar dikir. Di nav van civatan de gelek heval û hogirê welatparêz nas kir. Di civînan de fikrê xwe digot û li ser vana sitran çêdikir. Tiştê ku wê aniye asta navê "rêncber ezîz" helwesta polîtîk ya ku hem di jiyana xwe de hem di hunera xwe de bi hostetî ava kiriye.

Pêy vê pêvajoyê sitranê ezîz helwestek cêgerxwînî girtiye. Di nav stranê xwe de rexneya mêtingehkariyê kiriye. Mînak:

"Ma rûmênî yi gênî,
Ma xêbityenî yi wênî,
Inî lac’ kutkûn ma ra se vûnî
Pirode biray mi pirode, pirode dezay mi pirode.
Piryedên biray mi piryedên, piryedên dezay mi piryedên.

Cendirme, polîs mepersên,
Siqîyunetim ra metersên,
Tifing xwi bîgir xwi desti,
Pirode apê mi pirode, prode kekê mi pirode.
Piryedên biray mi piryedên, piryedên dezay mi piryedên.

Kirdûn Xarpêt gureto,
Dîyarbekir paytext o,
Kirdûn Xarpêt gureto,
Dîyarbekir paytext o,
…… hurîyet o
Pirode apê mi pirode, pirode dezay mi pirode.
Lêxe bavê mi lêxe, lêxe kekê mi lêxe.

Kurdîstan cennêt kurdûn o,
Êr ruej ruêj’ cûmîyerdûn o,
Wa cûmîyêrd vîyêc meydûno,
Pirode biray mi pirode, pirode dezay mi pirode.
Piryedên biray mi piryedên, piryedên dezay mi piryedên.”

Di vir de ji alîyekî pirsgirêka "kargeriya pihêtkirî" yê tîne ziman û li aliyê din jî "bûyera 1925 an tevgera kurd" digri dest. Û cara yekemîne ku di nav kilamên zazakî de "kurdistan" mîna welatê kurdan dîtîye.

Mîna ku me got ji salê 1975 an şûnde tundî li ser bîngolê jî çêdibe şûnde helbet tevgera faşîst mîna her car  ji xwe re di nav kurdan de cerdevan û caş an peyda dike. Û ezîz ji bo wan jî distirê:

“Ma zaf firset da tirkûno,
Tirkûn guret cay kurdûno,
Ma zaf firset da tirkûno,
Tirk hê wên petrol kurdûno,
Yin ma tepîşt êşt hepsûno,
Şima nêva çi ra, çi ra!
Yin ma tepîşt êşt hepsûno
Ti nêpersay çi ra, çi ra!
Hero çi ra, çi ra, çi ra?
Ti bî faşist Ehmo bira!
Hero çi ra, çi ra, çi ra?
Ti bî faşist Kazo bira!"

Di vir de pirsyariya hevalê xwe yê ku di nav heman xwelîyê de qirêj bûne çima dij tevgera kurdan de cih girtine dike. Û di heman katî de behsa mêtingehîya li ser kurdistanê dike.

Di vê demê de li bîngolê pêşî "cîhat elçî" piştî wê "îdrîs ekîncî" û gelek hevalên welatparêz ji aliye faşîstê kontrgerîla tên qetil kirin. Û gelekê wê hevalê ezîz yê mîna bira bû. ezîz helbet li ser wan jî distirê û di vê sitrana xwe de hertim hevalê wê yê şêhît tê bîra wê û tim ji dil digrî bi vê sitranê re:

"Şûno şûno, bira şûno,
Şûno şûno, heval şûno,
Îdrîs şûno, Cîhat şûno,
Şakîr şûno, bira şûno,
Ez bermeno, şima r’ vûno.

Xeber amey xebera pîs,
Cîhat dima kişîya Îdrîs,
Heval ma yî marksîst–lenînîst,
Şûno şûno, bira şûno,
Ez bermeno, şima r’ vûno.

Şûno şûno, keko şûno,
Adir kot zerey daykûno,
Dêrd hevalûn dêrd girûn o.

Faşîst bîyo, veciyay texto,
Heval Şakîr girot berdo,
Ezîz vûno, “Kurd cûmiyerd o.″
Şûno şûno, bira şûno,
Şakîr bira avûkatî pêşmergûn o.

Şûno şûno, keko şûno,
Bira şûno, heval şûno,
Ez bermeno, şima r’ vûna.”

Di vir de ya girîng eve ku heta îro jî wexta dibêjin "pêşmerge" tenê şervanê başûr tê bîra me lê ezîz hemû welatparêz bi vê navê bi lêv dike.

Rênçber Ezîz ji ber zilma dagirker û tundîya dewletê koçî elmanya yê kiriye. Derketina xwe ya derveyê welat di kilama xwe ya "ezo bira" de vedibêje. Li gor hinik çavkaniyan ev sitran xwişka wê pêy çûyina wê gotiye. Kilam wiha ye:

"Ezo bira, Ezo bira, çi ray neşin ti ma vîr ra.
Waxto g’ bira tu radawo, ti nimitîk şi Almanyayo.

Tu qey ma ra çîk nivawo? Ezo bira, Ezo bira!
Ezo bira, Ezo bira, çi ray neşin ti ma vîr ra.
Ê de şar şin Almanyawo, gêrên a, hêna yêno.

Ezo bira ti qey nênî? Ezo bira, Ezo bira!
Ti yo hew şî, ti hin nênî, Ezo bira, Ezo bira.
Ezo bira, Ezo bira, çi ray neşin ti ma vîr ra.”

Ezîz berê cunteya faşîst ya sala 1980 yî çû elmanya yê. Tê zanîn ku pêy vê bûyerê gelek welatparêzê kurd koçî ewrûpayê kiriye. Ezîz van bûyera wilo vedibêje:

"Ez keno dehwey sîyasetî,
Nûmê Ezê mi kot hukmatî,
Vûn Ez remawo, şîyo Binxetî
We Ezo, wê Ezîzo!
Nîye pîs o, nîye temîz o!”

Ezîz dema li elmanyayê ye karê xwe bi profesyonelî dimeşîne û di hemû şevê li ser kurda tê amade kirin de cihê xwe digire. Bi gelempêrî behsa cûnteya 80 yî dike, behsa helepçe û komkujîyê li ser kurdan dike. Di heman demê de sitrana xwe ya klasîk "way way nînna" ava dike:

"Evrên şima biyû hêr ma,
Ûmo kot miyûn kêber ma,
Pat pênî alinçêr ma.
Miletê ma sêy vêr nîyo,
Rencber, gay xwi bid tifing bîger.
Xelasê faşîst çîn a,
Nînna nînna nînna!
Şima vînên senîn a,
Nînna nînna nînna!”

Li vir li hember serkêşiya "kenan ewren" disekine.

Ezîz li bajarê elmanyayê "hannover" ê jiyaye. Mîna welêt li vir jî bi hevalê welatparêz re dostanî çê kiri bû û bi gel re tim di nav danûstendinê de bû. Li elmanyayê ku kîjan bajarê wê kurd heba diçû û dihat. Hevaltî dikir bi wan re û têkilîyê wan tim bi hev re hebû. Ji nav van hevalan yek jî "ramazan adıgüzel (remo)" bû ku ew jî ji çewligê bû. Remo jî li hannoverê dijî û sala 1987 an de bi awayekî tirajîk tê kuştin . Û sitrana ku li ser zimanê ezîz bûye destan derdikeve holê:

"Birawo, birawo, birawo, birawo,
Birawo, birawo, birawo, birawo!
Zerre û cîgêr mi tu r’ helyawo, birawo, birawo!
Zerre û cîgêr mi tu r’ helyawo, birawo!

Ti ma het bî hela bîn, birawo, birawo!
Çîçekê Koyê Şerefdîn, birawo, birawo!
Wilay mi nêzûna ez tu hûney kûmca vîn, birawo, birawo!
Zerre û cîgêr mi tu ri helyawo, birawo!”

Ji xeynî stranê ku li jor hatiye nivîsandin wekîdin stranê Rêncber ezîz jî hene. Nemirtiya ezîz ji xweş zanîna zimanê xwe û bikaranîna peyv, gotin û biwêjê di cih de tê. Û nîgaş jî di sitranê xwe de bi hostetî bikaraniye. Gelek caran zimanek ajîtatîf bikaraniye. Sedem jîyîna wê demê ye. Ezîz gelek xebatê profesyonelî bi zazakî, kurmancî û tirkî kiriye lê mixabin tenê qasetek derxistiyê. "Hesreta Azadî" dengek gelek zêde aniye û gelek navdar bûye. Û heta niha jî di nav kurdistanê de stranê wê tê gohdar kirin û gotin.

Li pêy çûyina wêya elmanya ku sala 1978 an de , roja 31.07.1988 an de li hannover ê ji avahîyek bilind de dikeve erdê û jiyana xwe ji dest dide. Heta îro jî nepenî ya li ser rewşa wê ya mirinê ranebûye. Ezîz bi sitrana ku ji bo xwe nivîsîye di hişê me de mayînde bûye:

"Ezîz lawikûn vûn’
Lawik’ weş î
Vêng Ezî imo zafîn gueşî.
Ezîz, lacî Filît Dorêşî
We Ezo, wê Ezîzo!
Nîye pîs o nîye temîz o!
Şarî r’ wisar o, tu r’ payîz o!"



07.02.2020 00:56 | rizgarm