Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deus ex machina] de;

1. qalibek latînî ye. Di şanoya yewnana kevnar de ji bo lehengê xwedê temsîl dike ku bi alîkariya vîncekê (machina) ji jor daxistina ber bi jêr dihat bi kar înan. Ji xwe heke bê wergerandin jî dibe "xwedayê ji makîneyê". Di roja îro de ev qaliba di gelek qadan de tê bi kar înan. Di meseleyên civakî û qadên wek sînema, şanoyê de tê dîtin. Di meseleyên civakî de wiha tê kar anîn, li hember pirsgirêkek civakî dîtina çareseriyek ku herkes û her tiştek xerîbê wê ye. Di sînemayê de jî rêbazek nas e, filîm carinan ewqas tevlihev û geremolî dibe meriv heyirî dimîne bê ka çawa ev girêka vebe û veçire, lê te nihêrt lehengek ji ezmana hat û her tişt bi ser û ber kir ango ev hemî tişt xewnek e ûhwd.



20.03.2023 20:29 | rizgarm