Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sandro boticelli] de;

1. Navê wî yê rastîn Alessandro di Mariano di Vanni Filipepi (1ê adara 1445 – 17ê gulana 1510) ye, lê pirtir wek sandro boticelli an jî bi navûnûçika il boticelli (şikevka biçûk) hatiye bi nav kirin. Ya rast navûnûçika "şikevka biçûk" aîdê birayê wî yê zêrînger antonio filipepi ye. Lê bêriya ku dest bi wênesaziyê bike di pêvajoya gel birayê xwe de çiraxtî kiriye bi heman navî deng li wî jî hatiye kirin. Çiraxtiya zêrîngeriyê berdaye û di emrê xwe yê ciwan de li atolyeya fra filippo lippi de wêne, neqş û geometrî elimiye. Di "çirokên yudit" de ku ji berhemên ewilîn de ye, bandora lippi û antonio del pollaiolo û vrocchio ku li cem wan jî şuxuliye tê dîtin.

Sala 1481ê de ji aliyê sixtûsê IV. hat vexwendinê romayê, tevî rosselli, ghirlandaio û perugino bo xemilandina "perestgeha sistinayê" xebitiye. Li vir bi sê freskan jiyana musa disêwirîne û "hewldana şeytên bo xapandina îsa" çêdike. van berhemên wî hûrgiliyên dewlemend dihundurîne.

Di salên 1480-1490, dema gihîştîbûna xwe de li floransayê di bin sitara lorenzo de'medici de xebatên xwe domandiye. Di vê demê de şaheserên mîna primavera(bihar(1482, uffizi)), gelawêj û merîx(1483, galeriya netewî, london), pellas athena û kenthaur (1485, uffizi) ku mijarên xwe ji mîtolojiyê wergirtiye pêk aniye. Di ber re jî ji bo dêr û komelên olî siparîşên tabloyan girtiye. Tac xwekirina meryemê (1488, uffizi) yek ji vana ye.

Piştî wê rêzek wêneyên madonnayê ku kompozîsyonên narîn û resen dihewîne çêkiriye. Di nava van de "madonnaya bi şamdank (berlîn)", "madonnaya magnificat (1485, uffizi)" û "madonnaya bi henar (1487, uffizi)" karin were jimartin. Di wêneyên xwe de tonên pastel bi kar aniye.


Sala 194ê di bin bandora savonarola û weazên wî de gelekî maye. Di berhemên dawî de dijberiyên ji weazan derketiye tên dîtin. Berhemên wek "pieta (1948, pinakotheka munîhê)", "darexaçî kirin (cambridge, dya), "zayîna îsa (1500, london)" mînak in. Wekî din jî bi vegotinek tîr û neqşên bi hêz, îlahî komedya ya dante' jî resimandiye.

Boticelli ji bo geşedana wênesaziya dema ronesansê rolek mezin leyistiye. Şayîşa ku wî aniye tixûbê dîntiyê rê û nîşan daye hunera wî. Fîgurên firok û delodîn neqişandiye. Bilî vê, hîsa wî ya zerafetê ku di asta nexweşiyê de ye taybetmendiyek û atmosferek helbestî daye berhemên wî. Berhemên xwe de bi nazenîniya sekn û lebat, bedenên dirêj û tenik, stûyên dirêj û ifadeyên giran tevnek dewlemend dirêse. Boticelli her çiqas di tabloyên xwe de mijarên olî nexşandi be jî ew ne hunermendek olî ye, ew bûye wênesazek bengiyê delaliyê.



07.12.2022 20:58 | rizgarm