Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pasaporta bordo] de;

1. Xwendekarên emrê wan li binê bîst û pênc saliye kare tenê bihayê deftera pasaportê bidin û ji xwe re bo du salan vê pasaportê derxînin. Ev bihaya jî bi qasê 180 wereqeyiye* lê wekî din divê pereyê xerc mercê jî bide dayîn . bihaya xercê jî gorî salên ku tu dixwazî diguhere. Ya herî pir ez ne xelet bim ji bo sê sal û serê sê salan 1200 û tiştek e. Kesên xwendekar û nebûye bîst û pênc salî divê:

1) bihayê deftera pasaportê bide ( karin vêya li ser ziraat mobilê jî bidin)

2)wêneyek biyometrîk li gel be.

Evana bi dest ket şûn de ji bo rêvebertiya nifûsê randevûyekê peyde bikin û herin ji bo pasaportê serî lêbidin. Li ser înternetê ji bo tiştinên ku dixwazin hezar tişt rêz kiri ne , lê min ji tûrê xwe çi derxist ku bo pêşkêşî xanima karmend bikim got evana gişt di kombersa pêşiya min de heye heyranooo* neyse bi kurtî meriv ha weha serî lê didin bi bihayek hindik, hûn jî herin ji xwe re pasaporta xwe derxin û bi hêviya karibin wê bê rawestan bi kar bînin*



20.10.2021 11:27 ~11:36 | rizgarm