1. Strana ku navê xwe daye albûmek şivan perwer. Van demê dawî bi vîdyoyek zûher cemîl dîsa deng vedaye. Bi rastî min heta niha çawa stranek wisa serkeftî gohdar nekiriye nizanim. Muzîka wê ji gotinên stranê, gotin ji muzîkê mestir e. Gotinên stranê wisa ye:
-şivan, şivan!?
-heeeii?
-şiyar be, sibe bû.
-off, min çi xewnek xweş dîtî.
-te çi xewn dît, bi xêr be?
-wey lo wey lo wey lo lo
Wey lê wey lê wey lê lê
Ew çi xewek şêrîn bû
Ew çi xewek rengîn bû
Min di xewna xwe de dî bû
Kurdistan rizgar bibû
Çûm ser birca diyarbekir
Min wa kûr lê mêze kir
Bala xwe da mizgefta
Şex se'îd bi dar ve kir
Ew şêx se'îdê pîran
Got keç û xortê kurdan
Bi milyona kurd hene
Wê pir çêkin serhildan
Dû wêr' çûme agirî
Dilêm' hûr hûr digirî
Ji nişka der dengek hat
Ew dengê doktor fûad
Şevek tarî bû
Hê tunebû hîv
Deşt di xew de
Çiya digirî
Nûhilatî hîv
Çûm dêrsimê di çiyê da
Xweş hilkişiya me pê da
Di bin her kevirekê da
Seyid rizokî tê da
Paşê çûme ber bi jêr
Rastî min hat elî şêr
Digo' lo lo şivano
Berxê nêr ji bona kêr
Di dêrsimê şêr şêr e
Çi jin e ha çi mêr e
Zêr zanî ha zor zanî
Devê tivinga mor zanî
Pê re çûma mehabad
Gelek kes li pêrgîm' hat
Çûm bajarê mehabad
Gelek kes li pêrgîm' hat
Çi şahî çi xweşî bû
Go şivano tu bi xêr hat
Çûm meydana çarçira
Çend stran gote li wira
Ax lê gidî dinyayê
Qazî mihemed bîram' hat
Pê re çûme ba berzan
Ew berzanê şêrê çiyan
Çek û rext hilgirt milan
Awirên xwe tûj kir wek bazan
Digot biçin kerkûkê
Bigerin şara bûke
Bikin zava pêşmerge
Li ser çiyayê duhokê
Pêşmerge bi zehmetê xwe
Xwîna xwe rijand ji bo me
Bo azadiya gelê me
Xwîna xwe rijand ji bo me
Ha barîk barîk barîk
Bûk û zava li hev bimbarîk
Ha barîk barîk barîk
Bûk û pêşmerge li hev bimbarîk
Gava şiyar bûm ji xew
Ku ew rastiye ne derew
Ji we pir dikim hêvî
Vê xewnê bibin serî
Şivan perwer
vîdyoyê veke
Zûher cemîl
vîdyoyê veke
|