Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aki kaurismäki] de;

1. Senaryonivîs û derhênerê fîniye. Heta niha gelek xelat wergirtiye. Wek derhênerek serbixwe tê nasîn. Filma wî ya ewil versiyonek sûc û cezaya dostoyevskîyî ye ku sala 1983 an li hêlsînkîyê hatiye kêşan. Bi piranî di cûreyên absurd - komedî de filman dikêşe. Bi filma xwe ya (bnr: leningrad cowboys go america) ev terza heta dawiyê bi kar aniye û serkeftinek gewre bi dest xistiye. Filmên wî çiqas tevlihev û ji hev qetiyayî xwiya bike jî peyamên ku dide berbiçav û hêsan e. nexwestiye tiştinên bi raz û nepenî di cihên reş û xumamî de veşêre. Di filmê xwe de bêhtir bi lîstikvanê hemwelatiyê xwe "matti pelenpää" re xebitiye. Û dema bibe behsa derhêner jixweberî ev lîstikvanê serkeftî jî dikeve bîra mirov. Derhêner di filmên xwe de dixwaze tenêtî, serma û seqema welatê xwe bime bide hîs kirin. Ji bilî wê bi protestoyên xwe yên redkirina xelatan jî navdar e.

Di filma wî ya "toivon tuolla puolen" yanê rûyê dinê hêviyê de lîstikvanê kurdê rojava (bnr: sherwan haji) dilîze.

Çend filmên wî yê navdar:
*Rikos ja rangaistus (sûc û ceza), 1983
*Calamari Union (yekîtiya kalamara), 1985
*Ariel, 1988
*Leningrad Cowboys go america (kowboyên lênîngradê diçin amerîka), 1989
*Mies vailla menneisyyttä (mêrê bêpaşeroj), 2002
*Toivon tuolla puolen (ruyê dinê hêviyê), 2017



17.10.2021 22:31 | rizgarm