Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî] de;

13. Min li hember vê bûyera hovane serî de xwe şermezar kiriye ji ber ku mîna pir kesan tenê qehirîn û xwe teqandin ji destê min tê û jê şûnde jî hemû xelqê xwe yanê kurdên xwe yanê bi qewlê metîn kaygalak kurdên tenê ji xwe re nebûne misilman.

Ya ewil, ma çend keçên derpî di serî de te li sikakên bajar û gundên kurdistanê dîtiye?

Û ya duyem hema hemû jin bi awayek giştî hatiye darizandin. Ji ser yekî mirov nikare hemûyan bidarizîne. Ku ev axaftinên te divê hîn birîn teze ye neyê gotin. Bi qewlê mezinên me te qisa paş hatiye li pêş gotiye û xeletiyek hezarsalî kiriye. Bisekine yabo em xetayên dizan bibîne jê şûnde çewtî û xeletiyên xwediyê malê jî binirxîne .

Û keko te behsa misilmantiyê û perwerdehiyê û keçên me yên ku ji ser qamyon derbasbûye (?) kiriye lê qet mirovantî derbas nabe. Yabo jin jî mêr jî misilman jî ne misilman jî hemû mirov in. Û ne ji ser nasnameyek din divê ser însanetiya wan were darizandin. Min mîna peyamberê humanîzmê nebînin lê ya rast ji bo hemû nirxandin û darizandina divê meriv berê her tiştî mîna însanekê bigire dest.

Û asoxîn ma ne navê malbatê ne hal û hewalê wê li cihekê derbas dibe. Ku te jî ji çend keçikên li derdora xwe tabloyek weha kevneşop çênekiribe ka te malbat ji kur nasî li ser fikirî û gihayî nirxandinek wisa?

Heyf e guneh e. Heke xeletiyek be jî hişê wê(15 salî) ne li seriye. Û ma em behsa mirovek û du mirovan nakin, 27 beraz yaw!!! De ka bêjin û bêjin ma wexta van gotinên te ye loo? 27 qaşomirov tecawizê keçikek 15 salî dike em bêhtir li ser xeletiyên keçikê û malbatê disekinin!!!

Neyse xwezî tiştên ji bo çareserkirinê bihata ji destê me, niha ezê dîsa herim hêla xweteqandinê ve mijûl bim ji we re şevbaş.



09.12.2020 01:49 | rizgarm

9. Min peyama Shorbevan bi dengê apê xwe yê qaşo sofî û bavê xwe yê bi xurtî kevneşopiyê ve girêdayî ye xwend. Ev çawa tespîtek ji rêzê û kirêt e. Mirov kare gelek tiştinan bêje. Ezê serî de xwe û jê şûnde jî herkesî şermezar bikim. Eyb e ji me re , heyf e ji me re...



08.12.2020 13:59 | rizgarm