Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîrok] de;

6. Meseleya nezanbûna kurdî serpêhatiyek merivê me anî bîra min:

Rojekê pismamê min û dêya xwe diçin ser bijîşk ji ber ku dêya wî nexweş e. Pismamê min ji bijîşk tika dike û dibêje "xoce dêya min pir zêde bi tirkî nizane bila haya te jê hebe" û bijîşk jî pirsgirêk nîne dibêje û bi hev dikin. Û mûayeneya amojina me dike xwedê jê razî be çi derman divê dinivsîne û dibêje "oxir be". Çima amojina min vê kêlîkê venagere û ji bijîşk re nabêje "esen kalin!". Bijîşk ji pismamê re bi pirqînî dibêje "lawo xwedê kirî dêya te bi tirkî nizane heke bizanîbûya dê çi bigota?". Bijîşk bi ken, amojina min serbilind û pismamê min bi fedî serê xwe dike ber xwe û tên malika xwe.



23.08.2020 12:29 | rizgarm