Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [te îroj ji bo kurdî çi kir] de;

35. Min filmek kurdî bi navê " Kilama dayika min" temaşe kir. Min bêşek rêzefilma bi navê "mala minê" temaşe kir. Min rojnameya "xwebûn" stend û pîçekî jî xwend. Min kovara "zirîng" hejmara duyemîn xwend. Û ma tenê ev xwelîserê, min pirtûka Selîm berekat bi wergera kurdî stend. Weylaaa ma hew xwakê lê ez çi bikim *



27.12.2019 18:29 | rizgarm

31. Demek dirêje ku hevalê min tirkmancî dipeyivî mînak "min kazanmîş kir" an " ağriya wê derbas bû" ango "qahwaltîyê bikin" û min tim mîna henekan bi ken digot ne wiha divê tu bi vê awayê bê. wê rojê min nêrî di nav hevokê de peyva "binaşe" bi kar anî, li çavê min nêrî û got "de hadê min got çi?". Min li ferhengê jî mêze kir lê tiştek nedît. Jê şûnde rave kir ku wateya wê "binesazî" ye. Gelek xweşa min çû ev rewş. Belê ev min kir*



07.12.2019 01:30 | rizgarm