Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêj seyîdxanê boyaxçî] de;

7. Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtibû. Berê wê helbet min bi deng û gewretiya wî zanibû. Bi giraniya êş û bîrê salan ku piştxûziyek dabûyê û bi nêrînên têkneçûyî û ji xwe bawer bi rê de dimeşiya. Min ji dûr û bi heyranî temaşe kir. Lê xwelî li serê min be ku bi zindîtî goh neda "bilbilê amedê".

Bi xwe ji heman gundê ku apê min hatibû dinê ji dayik bûbû. Li warê ku ez lê dijîm zarokatiya wî derbas bûbû. Bi xizanî, birçîtî, hejarî û bêkesî. Li erxeniya jibîrbûyî.

Ax dengbêjo bilbilo, Bibore me. Ev rewşa xwedîderneketinê ji welatek bêxwedî emanetê me ye. Em jî heta dawî dihewîne û bi kar tîne. Xwedê te bi rehma xwe şa bike. Oxir be bilbilo...




05.07.2020 20:15 ~20:14 | rizgarm