Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

106. "Mamoste, dema ez ciwan bûm, em diçûn germiyan û zozanan. Havînan em diçûn şewlê Seqiz. Zilameki Seqizî bi navê Lalo Hewaz, mirovê me bû. Me kar pê re dikir. Rojekê hate cihê me û rûn û hirî ji me kirî. Barê rûn û hiriyê me bire Seqiz û ez mêvanê wî bûm. Bi şev pîreka wî sêniyek li ber me danî. Goştav çêkiribû. Me nan çandiyê. Kitika bor xuya kir, dest bi miyaw miyawê kir. Xwediye malê pariyek jê re avêt, yekser qurpand. Dîsa 'miyaw!', pariyeki din jî jê re avêt. Kitika bor ew jî qurpand û dîsa 'miyaw!...' Ewqasî pari jê re avêtin, dev ji miyaw miyawa xwe berneda û nehişt em xwarina xwe bixwin. Lalo Hewaz rahişt sêniyê û danî ber kitika bor û got:
-Madem wa ye, tu fermo, emê bikin miyaw miyaw!"

*Hesen Qizilcî "kenê parsek" - rûpel: 49



06.01.2023 17:52 | rizgarm