Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik forûm] de;

1508. Ji aliyê rêzimanê ve gelek çewtiyên min hene, hinekan dibinim, hin caran rast dikim jî.
Bi min sernivîsa “Mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin” ne çewt e.
Daxwazya min “ hin mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin” bûbû, ku wîsa bibûya tune dibû tu pirsgirêk.
Dibe ku ya rast weha bibûya“ mijarên rêzimanê yên ku baş ne fam kirin”
Li vir kurtkirin heye. Ne heterker im li ser mijarê, dibe ku çewt bibe li gorî zimanzanan jî lê hewldan ber bi kurtkirinê ve diçe.
Wekî
Pirtûkên wî yên ku min nexwendî gelek in.
Pirtûkên wî min nexwendî gelek in.
Meriv têdigihe û alozî dernekeve.

@mirovekirind gelek spas



5 roj berê 00:10 ~00:34 | çomo

935. “Yalvarmak” a kurdî her wekî din “li ber gerîn” e.
Wekî li ber te digerim wî mexe, ew kir tu meke.
Ey xwedê, li ber te digerim.
Li ber min gerî ku ez sibe zû rabim herim bajêr, çend xwestinên wî jê re bînim.



18.11.2020 23:33 | çomo