Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hay nik na] de;

1. Hay niki na, yek straneka navdar a koma amed e.

Wexta xwendekariyê de hevalek min erebek ji hatayî hebû. Rojekê gotibû, wexta fînalan ez çûme memleketa min, hatayê da ku ders bixebitim bi awayekî baş û ezmûnan derbas bibim bi notên bilind. Wexta şixûlina dersê guhdariya awazên mûzîkê dikirîbûm. Li odeyê bi dengê koma amedê guhdarî dikirîbûme, dema xebitîne, bi dengekî hinek bilind. Vê gavê diya min ketiye odeyê, bona tiştên xwarînê bîne û bihêle.
Bala we dengê strana “hay nik na” kişandiye û bi awayekî tund an jî hişk gotiye: lawê min ev çi tişt e ku guhdar dikî, ma tu şerm, fedî nakî tiştên weha guhdar dikî?
Min gotiyê, daye ez awazek kurdî ye, fam nekim jî awaz xweşiye min diçe, ma ji çi şerm bikim?
piştrê hinek gotinan fam kiriye ku Diya min awazên strana “hay nik na” şibandiyê teşwîkkirin, handana hevşabûnê, şibîna derxistina dengê seksê. Dengên mustehcen.

Rastiya rastî dengê vê stranê dibe ku bi wî awayî, dengên hevşabûnê, bê nirxandin li gorî çandên cuda.



26.01.2023 00:50 ~00:55 | çomo