Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [doktor glas] de;

1. Yek pirtûka hjalmar sodelberg e ku - 1869-1941-yek ji nivîskarê swêdî yê nasraw (navdar) e. firat cewerî ji swedî wergerandiye û ji weşanên avestayê derçûye. Pirtûk qasî 170 rûpel e.
Piştî pirtûkê gotiye ku Doktor glasê ku lehêngê romanê yê sereke ye, doktorekî bi tenê dijî, aliyê giyanî ve pir aciz e. gava jina ciwan helga li deriyê wî dixe û rizgarbûna ji mêrê xwe ye keşe gregonus alikariyê dixwaze, hingê doktor glas dikeve nav livînekê. Roman bi teknîka rêjenotan hatiye nivîsandin,

Xwendina pirtûkê pir xweşiya min hat. hin beş ji ber niqaşên navxweyî dibe hinek hêdî bê xwendin. Lehengê romanê doktor glas ji ber biryar dayîna kuştina keşeyê di nav qanûn û qanûna nenivîsandî moral, wîjdanê de dûdil dimê û piştrê biryara xwe dide.
Gelo mafê bijîjkekî ango yekî din heye ku li gorî nirxdarazîyên xwe yên berra, rast ango pîroz mirovên nebaş bikûjî, civatê pak û paqij bike.
Rêzefîlma dexter jî versîyonek vê mijarê bû.



18.09.2020 00:53 ~00:55 | çomo