Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijwarwanî

profîla "dijwarwanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hemoyê biçûk î boyaxçî] de;

4. Helbesta Şêrko Bêkes e. Ji soranî ji bo kurmancî Mûhsîn Ozdemîr û Sirwan Rehîm wisa wergerandine :

pistepistek

êvar bû, memoyê biçûk ê boyaxker
serê xwe yê westiyayî tewandibû
di koşeyeke meydana mezin de
di navenda dilê şamê de
li ser kursiyê xwe yê nizim rûniştibû sik sik
mîna firçeya nav tiliyên xwe
laşê xwe yê zirav dihejand
memoyê biçûk ê eware
ji ber xwe ve
pistepist dikir û wisa digot

tu bazirgan î lingê xwe deyne
tu mamoste yî linge xwe deyne
tu parêzer î lingê xwe deyne
artêşî yî, leşkerî yî, sîxur î, cellad î
kurê baş û hîç û pûç
hûn hemû
yek li pey yekî
lingê xwe deynin

kes nema
tenê xwedê maye
li wê dinyaya din jî, ez bawer im ku
ew ê jî gazi kurdekî dike
yê ku sola wî boyax bike
dibe ku ew kurd jî dîsa ez bim

ax dayê can
gelo dibe solên xwedê çiqas mezin bin
kîjan hejmarê li xwe dike

ax dayê can
gelo ji bo pere
xwedê çiqas dide
dibe çiqas bide

şam / 1978

ji başûr barana helbestê. rûpel 151. weşanên ronahî. 2014



02.03.2021 00:25 ~00:29 | dijwarwanî