Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijwarwanî

profîla "dijwarwanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifirên kurdî] de;

167. Bazinê stûyê te bi heft cîya bişkê.
Bi nalenal ji vê dînyayê bicehimî û herî.
Goştê te pincara biharê be.
Hestîyê stûyê te bişkê.
Hey lawo tu di behra bêav de bifetisî.
Heyla jina te keçel be.
Înşela tu ber bavêjî.
Kerê te di kendal da gêr be.
Kotî bikeve malê bavê te.
Tu di ava gû da bixeniqî.
Tu ber patosa kayê herî.
Bav û birayê te bi miradê te şa nebin.
Ne li vê dinê ne li wê dinê tu ti xêr û xweşî nebinî.
Destê negihijê ber devê te.
Ji gurê çîya birçîtir ji marê çolê tazîtir bî.
Mala te li ser pişta xezalê be tu bidî pey kûsî.
Bi kuştinê bêyî şûştin.
Derd û êş û dozgeh mirin para te bin.
Di şîna bavê te da hêsîrê te bimiçiqin.
Emrê te dirêj be, têrxwarina te tune be.
Ez çavê te bi destê xwe bidim ser hev.
Benikê doxîna te biqete.
Xwê û simaq bi dermanê birîna te be.
Dev li te bibe qûn.

Nifir û dua / berhevkar: asmîn ûyanik/weşanxaneya wardoz



19.01.2020 14:24 | dijwarwanî