Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lonw karda

profîla "lonw karda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijmêre] de;

7. Xuya ye ku nivîskar kurdistanê tenê bajarê xwe dihesîbînin û fikr û ramanên wan tenê bi derûdor ê wan sînordare. fehm nakin ku kurdistan herem bi herem, bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund cudaye û her yekê wan şert û mercên cuda de dijîn, zor û zordarîyên cuda re rûbirû dimînin, polîtîkayên asîmilasyonên cuda re rûbirû dimînin. yanî em jî nav prosesa bişaftinê de hatine wî halê û ne de û bavê me bi mera kurdî xeberdan ne jî em kurdiyê li kolanen de bihîst. belkî bajarên we de rewş cudaye lê wiya ji we ra mafê biçukdîtinê nade, yanî wiya çîyê;
"ka tu dibêje çi ?
saymiş bike ?"
kî ji we ra wî mafê dide ku hun bi awayê tinazî xeberdidin. qey dibêjî her tişt sedî sed rast û temam e li kurdistanê û ser da nivîskar radibin xwe qure dikin. qurban qebul bikin, nekin rewş wisa ye.
bi wî quretiya we jî sibê dusibê navenda mêrdîna we jî kurdî dê neyê bikaranîn û belkî ew wext hunê bibin xwediyê aqil û hişmendî.



25.07.2020 12:42 | lonw karda

1. Îro li marketê, jinikek hat kolîyek hêk stend û ji min re pereyên hur da û got "ka pereyê xwe bijmêre".

Emrê xwe de yekem car bikaranîn a wî peyvê dîtim. Peyvê "hejmar" ez ji ferhenga hîn bubum lê nizanîbum wî di nav gel dihat bikaranîn yan na? Wan peyvên ku ez li jiyanê xwe de nehistîme ji wan şûphe dikim gelo bingeha wan peyva heye an hin kes wana ji cihekî xwe diafirînin?

Mixabin ew jinik jî xwazok(bi Tirkî dilenci) bû, yan mirtiv bû. Mixabin ji bo wiya ku em kurdîyek paqij tenê ji belengazan dihesin.



24.07.2020 14:16 | lonw karda