Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lonw karda

profîla "lonw karda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêperetî] de;

10. tiştekî dijware.
li wî cîhanê her tişt bi hêzê ve tekîldare. hemu pêwendî hemu kar welhasil her tişt li gorî hêzê birêve diçe. hetta hetta têkîliya dê-bav û zarok jî li gorî hêzê tê sazkirin. mesela dê û bav di nav zarokên xwe de kî ku herî zêde pere qezenç dike ji wê ra cudatir dinêrin û jiyan û fikrên wê ra rêzdigrin, tevlê nabin.

di cîhana modernda jî hêz pereye. pere herî girîntir tiştê li wî dinyayê.

em werin bêperetiyê;
wexta tu bêpereyî(ne bi awayî sezonî, bi awayî demdirêj) jiyan dibe dojeh, tu kes rêza te nagire. her tişt paş de diçe. gava tu bixwazî halê xwe dirust bikî ew wext jî astengên bêperetiyê derdikeve pêş te. tu bixwazî perwerdehiyek xweş bistîni bêperetî dibe asteng nizanim pereyê internetê, pereyê pirtukan, compîter hwd. hwd. quzzilqurt lîste dirêje.
her tim wisaye; asteng pir, çareserî pir zore. heke şansê te jî tunebe el fatiha li ser te.

û qey wana bes nîne li ser da gotinên bereday ya mirovan jî gohdar dikî. herî xirab jî wiyaye.



18.12.2020 12:50 | lonw karda