Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezxeyic] de;

13. Min jî hewla wê ya ji bo hînbûna ziman li ser tirsik , twitter , youtube dişopand.Gelek jîhatî ye û asta xwe aliyê xwendinê ve gelek bilind e.Ji ber ku nû zimanê kurdî hîn dibe , dibe ku devdorê wî bertek nîşanda bin û xwestibin kurdî û kurdbûnê berçavên wî reş bikin û bibêjin ku ev hewla te vala ye û hwd.
Lê ez vî yekê bêjim , ez ti car kesên ku tirkî binvîsin anku biaxivin naşopînim lê min bi rastî ew çirûsk li ser ezxeyîc dît.Ji ber ku heke kurdî baş fêr bibe wê gelek tiştê hînî me bike.
Divê ji kurdên me yên nezan (ku ji dayikê ziman hînbûne lê guh nadin ziman û kurdbûnê) û polîtîkaya kurdan ya şaş dûr bikeve.
Ev herdû pirsgirîk derdixin her tim.Ev herdu mirov ji kurdbûnê û çandekî dûr dixin.



04.08.2020 22:23 | brzn

3. Kurdekî youtuber e û dixwaze xwendin û nivîsîna xwe pêş bibe.Carnan li ser kanala xwe ya youtubê tiştên kurdî dixûne.
Bi ya min kesek zana ye û xwe bi her aliyê ve pêşte biriye.hînbûna wê ya bo zimanê kurdî gelek pîroz e.Heke kesek din bûya wê bigota ez ttrkim û dev ji ziman , çand û dîroka xwe berda lê wê wisa nekir , berevajî wî yekê dixwaze zimanê kurdî hîn bibe û zêdetir nîzkayî bi zimanê xwe û gelê xwe bike.
hêvîdar im , mayînde bibe û bi xêr hatiye.



04.05.2020 21:44 | brzn