Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêncetên qursên zimanên kurdî] de;

1. Li gor mînaka saladin day e dixwazim çend tiştan binvîsim (bnr: ekşi sözlükê de mijara tirşikê)

Erê raste dersên kurdî wek dersên bijartî hatibe dayîn Ango bê dayîn , dibe ku kes bala xwe nedê û hilnede jî.

Em vî mînakê ji bo tirkî ango îngilizî ango ji bo zimanek din jî bidin.

Gelo dema ku me bakûrîyan dersên tirkî didît , qey me pirr jê hez dikir ku me xwest em bibînin.Bi telaq dersa herî ez jê aciz bûm ew ders bû.Ne em kurd tirk jî jê aciz bûn.

Çima tirk ji perwerda zimanê xwe aciz bûn ? Ango çima neteweyek din perwerdeya zimanê xwe acizin ?

Mirov her tim wiha difikire û dibêje yaw sibe êvar ez bivan peyvan , hevokan diaxivim , çima ez hîn bibim.

Em werin serî dîsa wek her neteweyê ku çawa naxwazin hîn bin kurd jî têkildarîya wana bi ziman ew e.

Her kes perwerdeya zimanê xwe heznake û ev gelemperî wisa ye.Ji bo wî dewlet ku yê perwerdeya zimanekî bide divê ew ne bijarte bibe , divê pêdivî bibe.

Lê bi salan qedexe kirin piştre jî wek bijarte dayîn ji xwe tê vî wateyê "hûn hîn nabin ez çi bikim" ango ji xwe min nedixwest ku hûn hîn bibin û ev jî bû hêncet ji bo min e.



27.04.2019 15:57 | brzn