Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê] de;

54. mamoste/138594



06.01.2022 04:19 | ezcan

51. musebîbê van tezan jî kesên wekî îbrahîm sediyanî û bedel boselî ne. herî zêde jî hîleta min ji teza Mezrabotan û Mezopotamyayê diçe.

Mezopotamya ya ji yûnanî bi maneya ”navbera du çeman” (Dicle û Firat) di gelek nivîsan de bi gotina Mezrabotan yan Mezra Botan hatiye guherandin û heta hin kes texmîn dikin yan jî hewl didin bidin bawerkirin ku forma rast ”Mezrabotan” yan ”Mezra Botan” ya ”kurdî” hatiye wergirtin û xirab bûye. Lê îcar hin kesan jî ”Mezrabotan” bi maneya ”Devera Botan” fehm kiriye û wê wisa bi kar tînin.

Di rastiyê de hem ”Mezrabotan, Mezra Botan” peyveke nû ya li ber ”Mezopotamya” çêkirî ye û hem jî ne ”Botan” û bi taybetî jî ne ”mezra” (gundik, çandingeh, ziraetgeh, çewlik, cotgeh) nikare wateya devera berfireh ya ”Mezopotamya” bide. Di ser re jî ”mezra” ne bi eslê xwe kurdî ye lê bi rêya tirkî ji erebî مزرعة (mezre’e: çandingeh, zîraetgeh, cihê çandinê) ye û hevreha peyva ”zîraet” e.



27.08.2020 01:49 | ezcan