Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî] de;

7. dema ku pîsîtiyên leşkerokan belav dibe tenê ewçax haya mirovan ji bûyerên wisa çêdibe. Lê kesên ku li kurdistanê dijîn baş dizanin ku keçikên kurdan ne tenê bi leşker, polês û cehşan ve, di heman demê de bi memûrên sîvîl yên dewletê re jî dibin heval, lê kesî behsê jê nake.

Qasê ku min dêna xwe daye sebeba herî mezin rewşa qels ya partî ye ku piştî şerê xendekan gelek ciwanên zana ji nav gel vekişiyan û valahiyeke reş û tarî çêbû. Pê re jî xwebaweriya ciwanên kurd nemaze keç û jinên kurd li hemberî dewletê nema û riya xilasiyê di lepên wan teresan de dîtin.

hêrsa shorbevan û kesên li gel wî fehm dikim bes rojên ku partî ser xwe bû pîsîtiyên awiha hema bêje qe rû nedida lê gava rû dida jî ew bûyer nedibû beniştê twitterê, bi awayekî qisasî çareser dibû. vê yekê jî pir kes dizane. hedefa xwe baş bigirin û dû re hêrsa xwe lê bibarînin.



08.12.2020 02:06 ~17:42 | ezcan