Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selim temo] de;

55. her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kurdolologan. li gor wî zanîngeha dîcleyê qedexe daniye ser nivîsîna tezên bi kurdî û bi ser de jî êdî dersên kurdî, bi tirkî dê werin pêşkeşkirin. belê armanc û nêta piraniya tirkan li ser gotinên birêz temo ne lê feydeya îddiayên wisa jî nagihîje ziman û akademiya kurdî.

yek, nivîsîna tezên kurdî nehat qedexekirin. û dido, dersên kurdî, bi tirkî dê neyên pêşkêşkirin. selîm xoce çima ku di bernameya zanîngehê de dîtiye li hemberî navê dersan wek ziman tirkî hatiye nivîsîn xwe loma aciz dike. lê bîlesebeb xwe diwestîne, ji xeynî dersên îngilîzî, frensî, elmanî û hwd. her tim tirkî dinîvîse, mîna di beşên erebî, farisî, suryanî, çînî, sanskrîtî, Rûsî, gurcî û hwd. de.

xwezika ji bo kurmancî û zazakî ev rêzika hanê wisa nebûya lê mixabin em li tirkiyê dijîn ku mezûnên van beşan bi zanebûn nayên wezîfedarkirin.



05.08.2020 01:30 ~01:52 | ezcan