Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên tirkî yên ko ji kurdiyê hatine wergirtin û wergerandin] de;

30. Helbesta Pîremêrd ya bi navê "Ke Dellên Emro" ji alîyê goranîbêj (bnr: mella kerîm) ve hatîye strandin.


Paşê jî ev miqam û muzîka vê stranê ji alîyê tirkan û ereban ve wekî ku mal û milkê wan be hatîye pêşkêş kirin. gelek stranbêjên tirk ev stran wekî (bnr: ada sahillerinde bekliyorum) xwendine. tişta herî balkêş jî hunermendê ji eslê xwe kurd û êş kişandî (bnr: ahmet kaya) jî ev strana mella kerîm an jî helbesta ke dellên emro ya piremêrd bi tirkî xwendîye. dîyar e ahmet kayayî jî nezanîyê muzîka vê stranê û gotinên wê ji ku hatîne; lewma jî di bin vê stranê de hem muzîk hem jî gotin wekî anonîm dîyar kirîye. halbukî ne anonîm e. albûma ahmet kayaya bi navê "hoşçakalın gözüm" a 2001an derketîye de cih girtîye.


gelek stranbêjên ereban jî ev stran wekî ku malê wan be strandîne. asalah nasrî yek ji wan kesan e ku ya ev stran bi erebî strandî û tê nasîn e. strana mella kerîmê mahabadî bo erebî wisa hatîye wergerandin: qadduk al-mayas.


Her wiha ev stran û muzîk derbasî Yewnanîstanê jî bûye, her kes wekî malê xwe dibîne.



12.01.2020 03:26 | lehî baranyan

29. Serhad Eyaleti Lordu tîne bîra mirovî. Demekê li ser twitterê fermana hunermendên diz ên tirk anibû. Niha hesabê wî girtî ye.



12.01.2020 03:20 | lehî baranyan