Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rohat alakom] de;

3. ev e çend hefteyek e li ser twitterê ji xwe re hesabek vekirîye. bi rastî bi ketina wî ya twitterê ast û qalîteya twitterê berz bû.
ger lêkolîner û nivîskarek bikeve twitterê, medyaya civakî li gorî min divê wekî rohat alakom tevbigere. camêr wêneyên di arşîva xwe de û zanînên xwe bi şopînerên xwe re parve dike, nakeve çi nîqaşan, nabêje ev 30 sal e ez dinivîsim kes bi min re hevpeyvînan nake, ez kurdî dinivîsim çima hûn qedrê min nagirin filan û bêvan.

bila kesên wek (bnr: nûdem hezex) kesên wek rohat alakom ji xwe re mînak bigirin, rewşenbîrî ev e.
aram, relax, devnavêje kesê, nakeve nîqaşên genî û beredayî.

sihet xweş û dest û tilîyên te êşê nebînin rohat alakom ku te ew çend kitêb û lêkolîn kirin malê kurdî. silavên min ên germ bo stockholma sar.

Here lînkê



07.02.2020 07:57 ~07:59 | lehî baranyan