Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dayo] de;

1. Peyva ji bo gazîkirinê ya dayîka meriv e. Da, dayo, dayê, yadê, dada, dayîk û gelek peyvên din jî hene ji bo dayîkê.

Lê mixabin gelek kurd ji diya xwe re nabêjin dayo. Şûnê de ji pîrika xwe re dibêjin dayo, wekî ku ji kalê xwe re jî dibêjin bavo.

Ji ber ku piraniya Kurdan zû dizewicin û hê emrê wan li dora çilî ye dibin kal û pîr. Dibin xesî û xezûr. Lê naxwazin kes ji wan re bêje kalo pîrê. Ji ber wî ji wan re dayo bavo tê gotin. Û mixabin gelek peyvên din hebin jî zarokên Kurdan ji diya xwe re dibêjin ana. Yanê ne yekser be jî kal û pîrên kurd dibin sedema bişavtinê.



10.07.2020 00:43 | afa