Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çûyîna ewropa] de;

3. sê sal berê, rojekî xwendevanekî minê hêja û fama, hate ba min, me hinek xeber da, di pola dawî de bû, min jê pirsî ka piştî zanîngeh xilas bibe wê çi bike, çawa bike.
go pir fikreka mina delal û zelal heye. kêfa min hat min got ka keremke çi ye?
bi kurtî got: "ezê herim ewropa, bi jinekî pîr, jinebî hema çi dibe, lê dewlemend re bizewicim, ji xwe re jiyaneke baş bidomînim. ez hê nikarim herim bixebitim û pera bidim hev û nizanim çi. kengê jinik mir ez karibim ezê ji nûve bizewicim, jiyaneke nû dest pê bikim." devê min vekirî ma, min di jiyana xwe de tiştek wisa ne dît û ne bihîstibû.

îsal hat ziyaretiya min, min jê pirsî van gotinên wî, go "ez li elman dijîm, jineka çil û şeş salî min ji xwe re dîtîye, di nêzîk de emê dawet bikin."
ne henek û ne hewes bû, lawik pir jîr û hêja bû, lê van awayên wî ez pir şaş mam, min nizanibû bêjim çi, min got li ser xêrê be. li gorî gotina wî û hin xwendevanên din jî gelek kes li wê rê diçin, hinik dikarin û hinik jî nikarin tiştek bikin, vedigerin. tiştek pir ecêb hat û hê jî tê ji min re.



04.05.2020 01:43 | afa