Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê tirşikê] de;

14. bi min zimanê tirşikê gelek pêşve çûye. û aniha di qada înternetê de kurdiya standard a ku ji aliyê her kesê ve tê fehmkirin li tirşikê tê nivîsandin. ji bo min bixwe li tirşikê peyamên ku nayên fehmkirin gelek kêm bûne. piştî endambûna tirşikê di warê peyvên nû, hevoksazî, rêziman û rastnivîs û bi gelemperî kurdiya standard de bi awayeke erênî zehf pêş ketim. ji bo min dibistanekî bû tirşik û hê jî her roj tiştên nû hîn dibim (bnr: hespê ristemê zal)* û hê jî gelek peyam hene ku min nexwendine û gelek mijar hene ku li benda vekirinê ne. her çiqas tirşik li gorî hejmara gelheya netewê kurd, zêde çalak nebe jî ji bo pêşeroja zimên, ankslopediyeke bêhempa ye. bawerim bi pêşketina perwerderiya kurdî ya bi alfabeya latinî ya li rojavayê, dê kurdên rojavayê kurdistanê jî tirşikê keşf bikin û wek navê xwe dizanim ku dê tişikê ji destê kurdên bakurê bistînin û xwe domîne bikin. wê demê dê tirşik geştir û qerebalixtir bibe. û fikr û ramanên cûbicûr li ser deşta tirşikê vebijîn.



04.09.2021 01:49 | xelîl